Reva Nivcomayi Haberi
Batman'ın En Büyük Şehir Portalı'na Hoş Geldiniz...
giris

yazdır
paylaş
yorumlar
 
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Eklenme Tarihi : 2014-08-06 - 00:00 - Bu yaziyi 1199 kişi okudu.
Yazar:
E-mail: konuk@batmanliyiz.biz
Yazarın: Tüm Yazıları

Reva Nivcomayi

Di şevistana min de rojeke din bi sekaniya xwe xatir ji min xwest û çû. Rojeke din bêyî silavekê xwe li derî da û ket hundir. Dil biêş im îşev. Reveke nîvcomayî me. Dil bihêsir û çav bikîn im li bejahiya Çewligê, li hemberî çarenûsa bêdad û xwedayên serbilind û bêoxir.

Reva Nivcomayi

Ax welatê min, evîna dilê min, hezkiriya hêviyên min î bi rojên ji êşê avdayî. Te çima hembêza xwe ji hevrêyên min re venekir ku her bi engêş û xeyala hembêzkirina axa te û ramûsana dêmên te tije ne? Te yê dayiktiya xwe bikira evîna min. Te yê her yek ji wan hevrêyên ku ji ber êş û zordariya dijmin reviyane bidewisanda ser sînga xwe û bixista paşila xwe. Te yê di dilê xwe de ew veşarta û dilê xwe ji wan re bikira stargeh da ku dijmin ew nedîta. Wê demê dê dinya alem pê bihesiya ku tu ew star û stêrka xwedawend î û tu dibî stargeh ji mirovahiyê re.


Lê ne xêr evîna min ne xêr. Te ew ne kir. Te nekarî bikî. Lewra tu jî îro hatiyî dorpêçkirin û mêtîngeriyeke êşîner dagir kiriye axa te. Ew axa pîroz ku bihûşta di pirtûkên pîroz de tê behs kirin herimandine û talankirine ew deşt û çiya.


Xeman nexwe evîna min. Ez dizanim te jî pir dixwest zarokên xwe yên ku ji destê dijmin reviyabûn hembêz bikî û wan di şaneyeke dilê xwe de veşêrî. Vê carê jî nebû.


Ev xerîbî û bêriya me dê kengî bi dawî bibe? Her ku diçe ez te bêhtir dinasim û bêhtir ji te hez dikim. Her ku diçe tu têgeha evîna qlasîk a di serê min de hildiweşînî û evîna te ye di dil de mezin dibe. Hembêzkirin û gihaştina me bi azadiya te re dê pêk were.

 

28.09.2013 / 00:51
Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 ya
Kandira ya KOCAELÎ


yazdır
paylaş
yorumlar
yorum ekle
Google

Facebook Ziyaretçi Yorumları

    Sitemiz Ziyaretçi Yorumları

  • Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.
yorum ekle
İsminiz
:
E-Mailiniz
:
Yorumunuz ()
:
Güvenlik kodu
:
316026
Güvenlik kodu giriniz
: